Li Hewlêrê 6 kesên din bi Koronayê ketin

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê encamên nû yên pêketina bi vîrusa Koronayê belav kirin û ragihand, 6 pêketiyên nû hatin tomarkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê encamên nû yên pêketina bi vîrusa Koronayê belav kirin û ragihand, 6 pêketiyên nû hatin tomarkirin.

Di daxuyaniyekê de, Wezareta tenduristiyê belav kir, 6 pêketiyên nû bi vîrusa Koronayê li parêzgeha Hewlêrê hatin destnîşankirin.

Ew pêketî wiha ne:  Jineke 40 salî, keçeke 18 salî, 2 peyayên 70 û 60 salî û 2 zarokên temen 10 û 6 salî ne.

Wezareta Tenduristiyê diyar kir, 3 ji wan virus ji pêketiyekî berê vegirtine û 3 pêketiyên din jî nîşana nexweşiyê lê heye.

Amaje bi wê da, pêketiyek rûniştvanê bajarê Hewlêrê ye, 4 pêketî rûniştvanên nahiya Enkawa ne û pêketiye rûniştvanê nahiya Kelekê ya Parêzgeha Duhokê ye.