2 gencên Kurd li Daqûqê hatin revandin

Şeva bûrî 2 gencên Kurd ji gundekî qezaya Daqûqê li başûrê Kerkûkê hatin revandin û heta niha çarenivîsa wan ne diyar e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şeva bûrî 2 gencên Kurd ji gundekî qezaya Daqûqê li başûrê Kerkûkê hatin revandin û heta niha çarenivîsa wan ne diyar e.

Jêderekî nêzîkî wan gencan ji K24ê re ragihand, Nebez Miwefeq Reşîd û Îsa Taha Îsmaîl ku du pasewanên bîrên petrolê li nêzîkî gundê wan Yekincî ne, piştî çûn ser erkên xwe, winda bûne û pêwendî bi wan re hatiye birîn.

Wî jêderî diyar kir, ji ber ku tevgera çekdarên DAIŞê li nêzîkî gundê wan heye, tê gûmankirin ku ew ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatibin revandin.

Da zanîn jî, wan hêzên ewlehiyê ji wê bûyerê agahdar kirine û niha li bilindahiyên wê navçeyê li wan du gencan digerin.

Demek e çekdarên DAIŞê derfet dîtine û êrîşî hin navçeyên Iraqê dikin, bi taybet li navçeyên di navbera Kerkûk, Selahedîn û Diyale de.

 

S. B