Li Dîlokê hejmara pêketiyên Koronayê zêde dibe
Piştî Stenbolê herî zêde li Dîlokê pêketinên bi vîrusa Korona zêde dibe û heta niha 1453 kes bi Koronayê ketine.
K24 – Navenda Nûçeyan
Piştî Stenbolê herî zêde li Dîloka Bakurê Kurdistanê pêketinên bi vîrusa Korona zêde dibe û heta niha 1453 kes bi Koronayê ketine.
Parêzgarê Dîlokê Davut Gul da xuyakirin, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di warê pêketinên Koronayê de kêmbûn heye, lê li Dîlokê berûvajî, rêjeya pêketinê her diçe bilind dibe ku di rojekê de 56 kes bi korona ketine.
Da zanîn, hejmara pêketiyên korona li Dîlokê gihîştiye 1453 kesan û heta niha 21 kesan canê xwe ji dest dane.
Parêzgarê Dîlokê dide xuyakirin, her çiqas, di asta Tirkiyê de, nîvê sizayên nepabendbûnê li Dîlokê tên dayîn jî, welatî pabendî rênimayan nabin û vîrus herî zêde bi rêya heval û kesûkaran belav dibe.
S. B