Li Wanê 10 kesan bi Koronayê canê xwe jidest dane
Li Wanê heta niha 478 kes bi Koronayê ketine û 18 hezar kes jî di karantînayê de ne. Li gundekî navçeya Îpekyolê ya Wanê welatiyeke 70 salî ji ber Koronayê canê xwe ji dest da.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Wanê heta niha 478 kes bi Koronayê ketine û 18 hezar kes jî di karantînayê de ne. Li gundekî navçeya Îpekyolê ya Wanê welatiyeke 70 salî ji ber Koronayê canê xwe ji dest da.
Parêzgariya Wanê da xuyakirin, li bajêr taybet ji ber danîna taziyeyan hejmara pêktina Koronayê zêde bûne ku tenê ji du taziyeyan 163 kes bi koronayê ketine.
Berî 20 rojan li gundê Ortanca navçeya Îpekyola Wanê di dema danîna taziyekê de korona belav bûye. Piştî wê taziyê zêdetirî 100 kes li wî gundî bi koronayê ketin.
Ji ber xemsariyê, mixtarê gund ji kar hatibû dûrxistin. Piştî wê taziyê û karantînekirina wî gundî, li Wan û navçeyên wê zêdetirî 400 kes bi koronayê ketibûn.
Li gundê Ortanca yê hatiye karantînekirin, welatiya bi navê Sînem Acar ya 70 salî ji ber koronayê canê xwe ji dest da.
Heya niha li parêzgeha Wanê 10 kesan bi korona canê xwe ji dest dane.
Bi pêşhatên dawî re girêdayî, li gelek gund û bajarokan biryara karantînayê hat dayîn ku hejmara kesên di karantînayê de ne gihîştiye 18 hezar kesan.
S. B