Li Hewlêrê 2 kesên din bi Koronayê ketin

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê belav kir, 2 pêketiyên nû hatin tomarkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê encamên nû yên pêketina bi vîrusa Koronayê belav kirin û ragihand, 2 pêketiyên nû li Hewlêrê hatin tomarkirin.

Di daxuyaniyekê de, Wezareta tenduristiyê belav kir, 2 pêketiyên nû bi vîrusa Koronayê li parêzgeha Hewlêrê hatin destnîşankirin.

Diyar kir jî, ew pêketî peyayekî 38 salî ji nahiya Giwêr e û peyayekî 29 salî ji nahiya Enkawa ye.

Bi vî awayeyî hejmara kesên li Herêma Kurdistanê bi vîrusa Koronayê ketine gihîşt 504 kesan, jê 5 kesan canê xwe jidest dane û 403 kes baş bûne.

 

S. B