Şandeke ENKSê serdana Herêma Kurdistanê dike

Şandek Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) seredana Herêma Kurdistanê dike û biryar e çend civînan jî girê bide.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şandek Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) seredana Herêma Kurdistanê dike û biryar e çend civînan jî girê bide.

Îro şandek Serokatiya ENKS di rêya dergehê Pêşabûrê ji Rojavayê Kurdistanê derbasî Herêma Kurdistanê bûye.

Endamê Desteya Serokatiya ENKS Mihemed Îsmaîl  ji K24 re ragihand, ku armanca wan ji vê seredanê ew e, dê di rojên bê de çend civînan girê bidin, bêyî ku diyar bike ew civîn dê bi çi aliyê re be.

Şanda ENKSê ji her yek ji endamên Desteya Serokatiya ENKS Mihemed Îsmaîl, Silêman Oso, Fesla Yûsif, Nimet Dawûd û  Feysel Yûsif pêk tê.

Ev serdana ENKSê di demekê de ye, di dema bûrî de ENKS û PYDê li Qamişlo û bi navbênkariya Nûnerê Amerîka William Roebuck hejmarek hevdîtin û danûstandin ji bo yekrêziya navmala Kurdî girê dabûn.

 

S. B