Nivîsîngeha Serokwezîrê Kurdistanê liser deyn û pêgiriyên darayî daxuyaniyek da
Nivîsîngeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê daxuyaniyek liser deyn û pêgiriyên darayî belav dike

K24 – Navenda Nûçeyan
Nivîsîngeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê daxuyaniyek liser deyn û pêgiriyên darayî belav dike.
Nivîsîngeha Serokwezîrê Herêma Kurdıstanê ragehand, ku beşek zêde ya deynan paşkefta mûçe ye
Û sedemên zêdebûna pêgiriyên darayî, ji sedema birîna mûçe bûn e.Ew pêgiriyên darayî jî, dikevin stûyê Bexdayê de.
Nivîsîngeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê diyarkir, spasiya wan kes û aliyan dikin, ku liser rastiyê mikûr hatin e û divê bi rastiyane serederî ligel deyn û pêgiriyên darayî bê kirin.
Herwiha Serokwezîr soz da ye, ligel welatiyan şefaf û zelal be û raporek hûr liser deyn û pêgiriyên darayî ji raya giştî re tê belav kirin.
C.B