Hejmara pêketiyan îro, bû pênc kes
5 kesên din li herêma Kurdistanê bi Vayrosa Korona ketin
K24 – Navenda Nûçeyan
5 kesên din li herêma Kurdistanê bi Vayrosa Korona ketin.
Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê encamên nû yên pêketina bi Vîrusa Koronayê belav kirin û ragihand, ku 2 pêketiyên nû bi Vîrusa Koronayê li parêzgeha Hewlêrê hatin destnîşankirin , zilamek temen 50 sal û keçek temen 18 sal berketiyên tûşbûyên berê ne û her du rûniştvanên nahiya Eynkawa ne.
Amaje kir ku kesek din li Silêmaniyê bi Korona ketiye, zelam e û temen 34 sal e û rûniştvanê qezaya Pêncwînê ye.
Beriya wê jî , Wezaretê ragehandibu , ku 2 pêketiyên nû bi Vîrusa Koronayê li parêzgeha Hewlêrê hatin destnîşankirin.
Diyar kir, ew pêketî peyayekî 38 salî ji nahiya Giwêr e û peyayekî 29 salî ji nahiya Enkawa ye.
C.B