3 serbazên Amerîkî li Hesekê birîndar bûn
Di êrîşeke çekdarî de, 3 serbazên Amerîkî û 5 şervanên HSDê li ser riya di navbera Heseke û Dêrazorê de birîndar bûn.
K24 – Navenda Nûçeyan
Di êrîşeke çekdarî de, 3 serbazên Amerîkî û 5 şervanên HSDê li ser riya di navbera Heseke û Dêrazorê de birîndar bûn.
Ajansa fermî ya hikûmeta Sûriyê “SANA” belav kir, karwaneke serbazî ya Amerîkî ligel Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di navbera parêzgeha Heseke û Dêrazorê de rastî êrîşeke çekdar hat û di encamê de 3 çekdarên Amerîkî û 5 şervanên HSDê birîndar bûn.
Li gor wê ajansê, ew her 8 birîndar ji bo wergirtina çareseriyên bijîşkî, ji bo binkeya bijîşkî ya Amerîkî li bajarokê Şedadê hatin veguhastin.
S. B