Hevpeymaniya Navdewletî red dike 3 serbazên wê birîndar bûbin
Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê red kir, ku 3 serbazên wê di êrîşeke çekdarî de li di navbera Heseke û Dêrazorê de birîndar bûbin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê red kir, ku 3 serbazên wê di êrîşeke çekdarî de li di navbera Heseke û Dêrazorê de birîndar bûbin.
Ajansa fermî ya hikûmeta Sûriyê “SANA” belav kiribû, karwaneke serbazî ya Amerîkî ligel Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di navbera parêzgeha Heseke û Dêrazorê de rastî êrîşeke çekdar hatib û di encamê de 3 çekdarên Amerîkî û 5 şervanên HSDê birîndar bûn.
Li gor wê ajansê, ew her 8 birîndar ji bo wergirtina çareseriyên bijîşkî, ji bo binkeya bijîşkî ya Amerîkî li bajarokê Şedadê hatin veguhastin.
Di wê derbarê de Peyvdarê Hevpeymaniya Navdewletî Myles Caggin ji medyaya Erebî red kir ku ew êrîş hatibe kirin û serbazên wan birîndar bûbin û ew nûçe jî bi nerast binav kir.
S. B