Deriyê sînorî Sêmalka tê vekirin
Deriyê sînorî Sêmalka/Pêşabûr yê di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de, ji sibe ve li pêş welatiyan tê vekirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Deriyê sînorî Sêmalka/Pêşabûr yê di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de, ji roja Şemiyê 30î Gulanê ve li pêş welatiyan tê vekirin.
Rêvebirê Deriyê Sêmalka ji K24ê re ragihand, ji roja Şemiyê ve welatiyên li Başûrê Kurdistanê asê mane, dikarin di deriyê Sêmalka re vegerin Rojavayê Kurdistanê. Herwiha kesên dixwazin bi yekcarî jî vegerin Rojava jî, derî li pêş wan vekirî ye.
Derbarê derbasbûna welatiyan ji Rojava bo Başûrê Kurdistanê, Rêvebirê Deriyê Pêşabûrê ji K24ê re diyar kir, hîna ti biryar di wê derbarê de nehatiye standin, lê ew kar ji bo yekê dikin.
Deriyê sînorî yê li aliyê Rojavayê Kurdistanê navê wê “Sêmalka” ye û li Başûrê Kurdistanê “Pêşabûr” e, Rêveberiya Xweser di çarçoveya rêgirtina li belavbûna virusa Koronayê, ji roja 1ê Adarê ve ew derî girtibû.
S. B