Mesrûr Barzanî serxweşiyê li Wezîrê Şaredarî û Geştûguzariyê dike

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serxweşî li Wezîrê Şaredarî û Geştûguzariyê Sasan Ewnî kir, ku biryarê wî di bûyereke çûnûhatinê de canê xwe jidest da.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serxweşî li Wezîrê Şaredarî û Geştûguzariyê Sasan Ewnî kir, ku biryarê wî di bûyereke çûnûhatinê de canê xwe jidest da.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di pêwendiyeke telefonî de serxweşî li Wezîrê Şaredarî û Geştûguzariyê Sasan Ewnî kir, ku biryarê wî di bûyereke çûnûhatinê de canê xwe jidest da.

Serokê Hikûmetê hevxemiya xwe ji bo malbata wan nîşan da û hêvî xwast, xwedêyê mezin giyanê wî bi bihuştê şad bike û aramî û dilniyabûnê bide kesûkar û dostên wê bibexşe.

Sasan Ewnî kurê helbestvan û kesayetiyê niştimanperwer yê naskirî Osman Elî Ewnî ye.

 

S. B