Li Hewlêrê 9 pêketinên bi Koronayê hatin tomarkirin

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê encamên nû yên pêketina bi vîrusa Koronayê belav kirin û ragihand, 9 pêketiyên nû hatin tomarkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê encamên nû yên pêketina bi vîrusa Koronayê belav kirin û ragihand, 9 pêketiyên nû hatin tomarkirin.

Di daxuyaniyekê de, Wezareta tenduristiyê belav kir, di berdewamiya pişknîn û lêgerîna li gûmanlêkiriyan de, 9 pêketiyên nû bi vîrusa Koronayê li parêzgeha Hewlêrê hatin destnîşankirin.

Ew pêketî, peyayekî 38 salî, du jinên 39 û 32 salî, keçeke genc a 15 salî, du kurên genc ên 17 û 16 salî û sê zarokên 11, 7 û 3 salî ne.

Wezareta Tenduristiyê diyar kir, 5 pêketî ji yek malbatê ne û ji Tirkiyê vegeriyabûn û di kerentînê de bûn. 3 kesan jî virus ji pêketiyên berê yên nahiya Enkawayê vegirtine û kesekî din jî nîşana nexweşiyê lê hebû.

 

S. B