Ceh û genimê Til Temirê ji aliyê çekdaran ve tên şewitandin
Grûpên çekdarên ên ser bi artêşa Tirkiyê ve şeva bûrî agir bi zeviyên gundê Qasimiyê yê girêdayî Til Temirê xistin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Grûpên çekdarên ên ser bi artêşa Tirkiyê ve şeva bûrî agir bi zeviyên gundê Qasimiyê yê girêdayî Til Temirê xistin.
Medyaya ser bi Rêveberiya Xweser ve belav kir, grûpên çekdarên ên ser bi artêşa Tirkiyê ve ji şeva bûrî ve agir bi zeviyên gundê Qasimiyê yê girêdayî Til Temirê xistin. Heta vê kêliyê jî şewat berdewam e.
Demek e, grûpên çekdar bi mebest agir bi dexl û danê cotkarên gundewarê Serê Kaniyê û Til Temirê dixînin. Welatiyê hewl didin agir vemirînin jî, ji aliyê çekdaran ve tên armanckirin.
Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên di bin fermana artêşa Tirkiyê de kar dikin, ji meha Cotmeha sala bûrî ve Serê Kaniyê û dagîr kirine, grûpên çekdaran jî car caran êrîşî gundên Til Temirê dikin.
S. B