Xwendina sala 2019-2020an li Rojavayê Kurdistanê bidawî bû
Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser sala xwendinê ya 2019-2020an bidawî anî, tenê ezmûnên asta amadehî li her du herêmên Efrîn û Firatê tên lidarxistin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser sala xwendinê ya 2019-2020an bidawî anî, tenê ezmûnên asta amadehî li her du herêmên Efrîn û Firatê tên lidarxistin.
Desteya Perwerde û Fêrkirinê derbarê bidawîbûna xwendina îsal de şeva bûrî daxuyaniyek belav kir. Di wê daxuyaniyê de hatiye aşkerekirin hemû xwendekar dê bêne veguhastin bo asta bilindtir.
Naveroka biryara Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya girêdayî ya dewama di dibistanên Rojavayê Kurdistanê wiha ye:
1- Sala xwendina ya 2019-2020an bidawî dibe.
2-Tevahiya xwendekar û şagirt li gorî astan derbasî sala xwendinê ya bê 2020-2021an dibin.
3-Berdewamkirina xwendina online da ku xwendekar kêmasiyên xwe derbas bikin.
4-Lidarxistina ezmûnên asta amadehî li her du herêmên Efrîn û Firatê.
S. B