Li Hewlêrê 12 kesên din bi Koronayê ketin

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê encamên nû yên pêketina bi vîrusa Koronayê belav kirin û ragihand, 12 pêketiyên nû hatin tomarkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê encamên nû yên pêketina bi vîrusa Koronayê belav kirin û ragihand, 12 pêketiyên nû hatin tomarkirin.

Di daxuyaniyekê de, Wezareta tenduristiyê belav kir, di berdewamiya pişknîn û lêgerîna li gûmanlêkiriyan de, 12 pêketiyên nû bi vîrusa Koronayê li parêzgeha Hewlêrê hatin destnîşankirin.

Wezaretê diyar kir, pêketiyên nû hatine tomarkirin, 5 peya, 5 jin û 2 keç in. Herwiha 7 ji wan pêketiyan, virus ji pêketiyên berê vegirtine, 5 kesên din jî, ji ber ku nîşanên nexweşiyê lê diyar bûne, serdana nexweşxaneyan kirine.

Bi vî awayî, heta niha li Herêma Kurdistanê hejmara kesên bi vîrusa Koronayê ketine gihîştiye 544 kesan, jê 5 kesan canê xwe jidest dane û 407 nexweş jî baş bûne.

 

S. B