Li Bidlîsê 13 roj in pêketina bi Korona nîne

Parêzgarê Bidlîsê radigand, bi armanca rêgirtina belavbûna vîrusa Koronayê rêkarên tendirustiyê baş tên cîbicîkirin û ev 13 roj in, pêketinên korona nehatine tomarkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parêzgarê Bidlîsê radigand, bi armanca rêgirtina belavbûna vîrusa Koronayê rêkarên tendirustiyê baş tên cîbicîkirin û ev 13 roj in, pêketinên korona nehatine tomarkirin.

Parêzgarê Bidlîsê da xuyakirin, rojane 150 pişkinîn li bajêr tê kirin û da zanîn, her çend pêketinên nû nebin jî naye wateya bidawîbûna belavbûna Koronayê.

Ji aliyekî din ve, kabîneya hikûmeta Tirkiyeyê, îro careke din bi rêya vîdyo korferansê dê bicive. Li gor agahiyan, rojeva sereke ya civînê, rêkarên rûbirûbûna korona û asayîkirina jiyana rojane ye.

Li gor agahiyan, hikûmet hewl dide, qedexeya derketina derve ya dawiya hefteyê liser çend bajarên din rake û qedexeya derketina derve li ser kesên jor 65 salan û jêr 20 salan jî sist bike. Her weha bi merc rê li dawet û hin şahiyan bê dayîn.

Wezîrê Tendirustiya Tirkiyeyê da xuyakirin, Qedexeya derketina derve ya giştî rabûye, lê kesên jor 65 salan û jêr 14 salan li xwe nagire.

 

S. B