CNK: Di serî da ji PYDê û ENKSê ji bo hemû hêzan re, bangawazî
Ciwanên Netewî yên Kurdistanê - CNK liser proseya yekrêzî/yekhelwêstî li rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek arasteyî raya giştî kir. Kopyeyek jê gihand K24...

K24 – Navenda Nûçeyan
Ciwanên Netewî yên Kurdistanê - CNK liser proseya yekrêzî/yekhelwêstî li rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek arasteyî raya giştî kir. Kopyeyek jê gihand K24.
Ev naveroka daxuyaniyê ye:
Ev demeke ku li Başûrrojavayê Kurdistanê hevdîtinên yekîtîyê ku têne birêvebirin, wekî hemû kurdên li cîhanê em jî wek CNK bi coş û kelecaneke mezin dişopînin.
Em di wê baweriyê da ne ku birayên me yên li Başûrrojavayê Kurdistanê bidestxistina mafên xwe yên meşrû gihîştina statûyeke siyasî û di qada navdewletî da ji bo naskirina vê, lazim e ev hevdîtinên yekîtîyê teqez bi serkeftin encam bibe.
Haletê wê ya neyînî em naxwazin bifikirin jî. Ji ber ku di dibetîyeke wiha da; em dizanin ku dê Başûrrojavayê Kurdistanê bidestxistinên xwe yên heyî jî bi dest bide û ev yek dê rê li ber xeterîyeke mezin û encamên dramatîk veke.
Her wisa em ji nêz ve dişopînin ku hêzên dagîrker û hin derdorên nîyazxerab jî di vê mijarê da di nav hewldanên tarî da ne.
Ji ber vê em bang li hemû aliyên peywendîdar dikin ku bikevin xema dahatû û xema hişmendîyê û li gor berpirsiyara xwe tev bigerin.
28 Gulan 2020
Ciwanên Netewî yên Kurdistanê - CNK