Firset Sofî: Em rê nadin ti kes û alî aramîya Hewlêrê têk bidin

Firset Sofî, parêzgarê Hewlêrê dibêje, rê nadin ti kes û alîyek li jêr navên cuda, asayîş û aramîya parêzgeha Hewlêrê têk bidin û dê hemû rêkarên yasayî li dijî wan kesan bigirin ber ewên hewla wê yekê didin.

K24- Hewlêr

Firset Sofî, parêzgarê Hewlêrê ragehand, Em rê nadin ti kes û alîyek li jêr navên cuda, asayîş û aramîya parêzgeha Hewlêrê têk bidin û dê hemû rêkarên yasayî li dijî wan kesan bigirin ber ewên hewla wê yekê didin.

Ev axivtinên Firset Sofî di konfiranseka rojnamevanî de hat piştî ku serdana baregeha Beregeha bereya  Turkumanî kir li bajarê Hewlêrê.

Heweha parêzgarê Hewlêrê  di konfirasnê de û d çarçoveya serdamên xwe de bo baregehên partîyên siyasî  li bajarê Hewlêrê got: Hemû hêz û aliyên siyasî jî, piştevanîya paraztina asayîş û aramîya Hewlêrê dikin.