Polîsên serbazî yên Rûsyayê û artêşa Tirkiyê gerek çavdêriyê li gundewarên Dêrikê encam dan
Polîsên serbazî yên Rûsyayê gerek çavdêriyê li gundewarên Dêrikê û li gel artêşa Tirkiyê, gerek din a hevbeş li rojhilatê Kobanî encam dan.
K24- Hewlêr
Polîsên serbazî yên Rûsyayê gerek çavdêriyê li gundewarên Dêrikê û li gel artêşa Tirkiyê, gerek din a hevbeş li rojhilatê Kobanî encam dan.
Nûçegîhanê Kurdistan24 li Qamişlo ragihand, îro polîsên serbazî yên Rûsyayê gerek çavdêriyê ji gundê Qesr Dîbê yê ser bi bajarê Dêrikê ve destpê kir û li gundên ser sînorê Tirkiyê li yên deverên Dêrik û Aliyan geriya.
Nûçegîhanê Kurdistan24 diyar jî kir, polîsên serbazî yên Rûsyayê, ew ger bi 12 zrîpoşan encam da.
Hevdem, Nûçegîhanê Kurdistan24 li Kobanî ragehand, îro polîsên serbazî yên Rûsyayê û artêşa Tirkiyê gerek din a hevbeş li gundên rojhilatê Kobanî encam da.