Li Efrînê şer kete di navbera 2 grûpên çekdar de
Li Efrînê şer di nava 2 grûpên çekdar de derketiye, kuştî û birîndar hene.
K24- Hewlêr
Li Efrînê şer di nava 2 grûpên çekdar de derketiye, kuştî û birîndar hene.
Jêderekî Ji Kurdistan24 re ragehandiye, ku şer di nav grûbên El-Hemzat û Girûpa Ceyş El-Islam derketiye. Di encama wî şerî de kuştî û birîndar ji her du aliyan hene û heta niha sedema vî şerî jî, nehatiye naskirin.
Wî jêderî got jî, ji encama şer hejmarek sivîl birîndar bûn e û zarokekî koçber hatiye kuştin.