Iraq: Rewşa tendirustiyê li jêr kontrolê ye

Wezîrê Tendirustî yê Iraqê radighîne, rewşa tendirustiyê li jêr kontrolê ye.

K24- Hewlêr

Wezîrê Tendirustî yê Iraqê radighîne, rewşa tendirustiyê li jêr kontrolê ye.

Hesen Temîmî ragihand, îro 7 nexweşxaneyên taybet bi çareserkirina tûşbûyên Korona li Iraqê tên vekirin. 2 li Musenna, 1 li Dîwanye, 3 li Dyale û 1 jî li Bexdayê, ku 6 ji wan 50 textî ne û yek jî, 66 textî ye.

Wezîrê tendirustî yê Iraqê got jî, heya radeyekê rewşa tendirustiyê li Iraqê li jêr kontrolê de ye û tîmên tendirustî, berdewam pişkinînên meydanî li navçeyên cuda encam didin.