HDP xwe ji xwenîşandanan re amade dike

Li Tirkiyê di heyama ku Vayrosa Korona di nava gel de belav dibe, Partiya Demokratîk aGelan HDP xwe amade dike, ku dakeve kolanan. Rayedarên HDPê radigihînin, ji ber polîtîkayên tayînkirina Qeyyûman ser şaredariyên wan û ji ber êrîş û girtinên li ser wan, tenêyarêya pêşiya wan ew e, ku derkevin kolanan. Lêbelê pispor jî dibêjin, ev hewla HDPê zêde eleqe nabîn e û bandora wê çênabe.

K24- Enqere

Li Tirkiyê di heyama ku Vayrosa Korona di nava gel de belav dibe, Partiya Demokratîk aGelan HDP xwe amade dike, ku dakeve kolanan. Rayedarên HDPê radigihînin, ji ber polîtîkayên tayînkirina Qeyyûman ser şaredariyên wan û ji ber êrîş û girtinên li ser wan, tenêyarêya pêşiya wan ew e, ku derkevin kolanan. Lêbelê pispor jî dibêjin, ev hewla HDPê zêde eleqe nabîn e û bandora wê çênabe.

Tevî veyrosa koronayê ku her roj li Tirkiyê dibe sedema mirina bi dehan kesî, Partiya Demokaratîk a Gelan HDP xwe amade dike ku careke din derkeve kolanan. Wekîlê Serokê Koma HDPê Saruhan Oluç di gotûbêjekê de ku ji aliyê hejmarek rojnamevan ve bi rêya internetê hatiye kirin, li beramber êrşên li ser partiya wan û tevî veyrosa koornayê qeyyûma danîna ser 13ê şaredariyên wan ragihand ku ew careke din berê xwe didin kolanan.

Derbarê bangavaziya Saruhan Oluç de parlementerê HDPê yê Stenbolê Erol Katircioglu da zanin di heyama kul i her qadên çapemeniyê dengê wan tê bêdegkirin û êrîş li ser wan tê kirin li pêşiya wan tekan rê maye ev jî derketina kolanan e.

Erol Katircioglu -Parlemnterê HDPê yê Stenbolê- got: Li Tirkiyê partiya me ji aliyê deshilatê ve tê krîmînalîzekirin û weke ku bi terorê re pêvendîdare tê pênasekirin. Raste rast di her warî de û bi her awayî êrîş li ser me tê kirin. Li gel vê yekê deshilat hemû qadên medyayê niha qontrol dike. Ji ber vê çendê jî ji bo ku em dengê xwe bilind bikin emê dakevin kolanan, emê civînan li dar bixin û çalakiyên girseyî pêk bînin. Di 1ê Hezîranê de li Stenbolê hevserokên me dê nexşerêya derketina kolanan bi berfirehî ragihîne.

Li gorî şirovekara siyasî Tacîre baktaş jî ev bangavaziya HDPê ji ber çend sedemên sereke êdî zêde eleqe nabîne û rewşa heyî ya koronayê jî dê bibe astengiyek.

Tacire Bektaş - Şirovekara Siyasî- dibêje: Ev bangavaziya HDPê zêde bandorê çênake. Ji ber ku em dibînin ku gelê Kurd ji çalakiyên derketina kolanan bêzar bûne ji ber ku di heyamên borî de jî bangawaziyên heman hetibûn kirin lê zêde eleqe nedîtibû. Herwiha li gorî raportên me Kurd êdî ji binçavkirin û girtinan eciz bûne û zêde eleqeyê nîşanî plana HDPê ya Tirkiyebûnê nadin. Ji loma jî niha di destê HDPê de tenê karta derketina kolanan maye ev yek jî di vê heyamê de zêde bandorê çênake.

HDPê di hilbijartinên şaredariyê yên adara 2019an ên Tirkiyê de 68 şaredarî bi dest xistibûn lê belê ji ber danîna qeyyûman ser şaredariyên wê niha tenê di destê wê de 14 şaredarî mane û heta niha nêzîkê 5 hezar endam, rêveber û hevşaredaên wê di girtîgehê de ne. Ji ber vê çendê jî HDPê dê berê xwe bide kolanan lê di heyama koronayê de dê nexşerêyeke çawa bide pêşiya xwe û bi çi rêbazê wê hewla xwe pêk bîne dê 1ê Hezîranê zelal bibe.