Yekîtiya Ewropayê sizayan li ser Sûriyê dirêj dike
Yekîtiya Ewropayê sizayên liser Hikûmeta Sûriyê bo dema salek din dirêj dike.
K24- Hewlêr
Yekîtiya Ewropayê sizayên liser Hikûmeta Sûriyê bo dema salek din dirêj dike.
Encûmena Yekîtiya Ewropayê di daxuyaniyekê de tekezî liser hiştina sizayên liser rejîma Sûriyê û piştevanê wê kir û ew siza ji bo dema saleke din dirêj kir. Ew jî heta 1ê Hezîrana sala 2021an.
Nûnerê Bilind ê Ewlekarî û siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell tekez kir, ku ew siza li dijî berpirsên, destê wan di êş û azarên gelê Sûriyê de heye, dibe. Herwiha Borrell piştevaniya xwe ji bo gelê Sûriyê nîşan da.
Ji aliyê xwe ve Wezareta Derve ya Sûriyê ev yek red kir û ragehand, Yekîtiya Ewropayê ne serbixwe ye û biryara wê berdewamî ji siyaseta xerab ya Emerîka re ye.