Peyamek ji serokê hikumeta Herêma Kurdistanê ve derbarê metirsîya teşekirina zêdetir a Vayrosa Koronayê

Peyamek ji serokê hikumeta Herêma Kurdistanê ve derbarê metirsîya teşekirina zêdetir a Vayrosa Koronayê

K24- Hewlêr

Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê derbarê teşenekirina zêdetira derde Koronayê peyamek ragehand.

Ev jî deqa wê peyamê ye:

Hevwelatêyên birêz..

Metirsîya derde Koronaya Nû (COVID- 19) gelek cidîye û di evan rojan de, bi sedema sistîyê di pabendbûnê de bi rênimayî yên tenduristîyê, nêzîke ev derd bilez belav bibe.

Me di destpêka belavbûna evî derdî, daxwaz ji hevwelatîyên xweştivî kir, ku pabendî rênimayî yên tenduristî bin û supasîya hewe jî dikim , ku pabend bûn û bi awayeka gelek baş rê li pêş belavbûna wî derdî hate girtin û ev serkevtin jî bû cihê behs û serinca gelek welat û rêkxistîyên nêvdewletî.

Lê cihê daxêye, niha ev pabendbûn sistî têketîye. Hinek alî jî hewla bi sîyasetkirina evan hewlên hikumetê dane û xwaztine ev rênimayîyên tenduristîyê bê nirx û bê mifa nîşan bidin û cihê daxê ye, jîyana hevwelatîyan ji bo armancên xwe yên sîyasî xistîne di metirsîyê de. Niha ewên ku dijî rênimayî yên tenduristîyê  reftar kirine û xelik han didan daku pabendê rênimayîyan nebin, divê berpirsyarîya can û tenduristîya xistina xelkê di metirsîyê de bixene di stûyê xwe de û dawîyê bi yarîkirinê bi jîyana xelkê bihînin.

Ez careka dî dxwaz ji hemû xwîşk û birayên hevnîştîmanîyên xwe dikim pabendê rênimayîyên tenduristîyê bin û tenduristîya xwe, kesûkarên xwe û xelkên din jî li jêr bandora wan pirupagindeyan nexene di metirsîyê de.

 Selametîya hewe bo me ji hemû tiştan giringtire.

 Mesrûr Barzanî

 Serokê hikumeta Herêma Kurdistanê

29/5/2020