Hêzên Teikiyê û giropên çekdar malên welatîyan dişewitîn in
Giropên çekdar malên welatîyan li gundewarê Zerganê şewitandin.
K24- Hewlêr
Giropên çekdar malên welatîyan li gundewarê Zerganê şewitandin.
Medyaya nêzîkî Hêzên Sûriya Demokrat (HSD), duhî danê êvarî artêşa Tirkiyê û gropên ser bi wê ve xanîyên welatîyên gundê Til Minax ya ser bi navçeya Zerganê, li ser rêya Til Temirê şewitandin di encam de welatîyekî canê xwe ji dest da û yekek jî birîndar bû, li dema ku hewil didan agir vemirîn in.
Li gor hatîye belavkirin, ew Xanî malên wan kesan ewên ji tirsa êrîşên Tirkiyê ji malên xwe koçber bûn.
Her Li gor HSDyê, ev piştî wê yek dihêt, ku artêşa Tirkiyê û giropên çekdar dûvelankên wê agir berdan rûbereka mezn ji zevyên çandîyê li gundê Qasmiye li rojavayê Til Temirê.