Miistefa Kazmî ferman da hêzên çekdar li dijî çekdarên Daişê berdwam bin
Serok wezîrê Îraqê ferman da hêzên çekdar, berdewamîyê bidin operasyonên xwe yên sebarzî dijî çekdarên Daişê.
K24- Hewlêr
Serok wezîrê Îraqê ferman da hêzên çekdar, berdewamîyê bidin operasyonên xwe yên sebarzî dijî çekdarên Daişê.
Peyivdarê fermandeya giştî ya hêzên çekdarên Îraqê, Yehya Resûl ragehand, Miistefa Kazmî, serokê wezîran û fermandarê giştî yê hêzên çekdar li gel wezîrên bergirîyê, navixwe û hijmareka fermandarên serbazî û ewlehîyê derbarê operasyonên serbazyên dijî Daişê civîya.
Kazmî ferman daye hêzên ewlehîyê, berdewamîyê bidin operasyonên xwe yên serbazî dijî çekdarên Daişê.
Di dema bûrî de, bizav û livînên Daişê li çend navçeyên cuda yên Îraqê zêde bûne.