Li şerê di navbera girûpên çekdarên Efrînê hejmareka sivîlan bûne qurbanî

Ji encama şerê bajarê 'Efrînê, sê welatîyên sivîl canê xwe ji dest dan û 5 jî birîndarbûn

K24- Hewlêr

Ji encama şerê bajarê 'Efrînê, sê welatîyên sivîl canê xwe ji dest dan û 5 jî birîndarbûn.

 jêderekê ji nava bajarê 'Efrînê Bi Kurdistan 24 re raghand, ji encama şerê duhî yê bajarê Efrînê di navbera girûpa El-hemzat û girûpa Ceyş El-Îslam, 3 çekdar hatin kuştin û dû welatî û zarokekî jî canê xwe ji dest dan û pênç sivîl jî birînda bûn.

Her li gor wî jêderî, piştî wî şerî tevahya rêyan hatin qutkirin; daku otombêl ji dervey bajar derbasî Efrînê nebin.

wî jêdrê bi Kurdistan 24 re got jî: Girûpa Ceyş Elîslam bingehên Elhemzat şewitandin, herweha dema ku welatîyên Xota Rojhelat dest danîn ser wan bingehan û dorpêçkirin; hejmarek ji girtîgehên di zindanên girûpa Elhemzat revîyan û di nav wan de jin jî hebûn.