Şanda ENKS berdewamkirina danûstanan, evro dê vedigerin Rojavayê Kurdistanê bo
Şanda Desteya Serokatiya ENKS piştî bi dawîbûna civînên xwe yên şêwirmendiyê li Hewlêrê evro vedigerin Rojavayê Kurdistanê.
K24- Hewlêr
Şanda Desteya Serokatiya ENKS piştî bi dawîbûna civînên xwe yên şêwirmendiyê li Hewlêrê evro vedigerin Rojavayê Kurdistanê.
Desteya Serokatiya Encûmena Niştîmaniya Kurdî li Sûriyê ENKS civînên xwe yên şêwirmendiyê li gel nûnerê ENKS di Iitîlafa Sûriyê de û komîteya peywendiyên derve bi amadebûna Serokê ENKS Sûd Mela li Hewlêrê bi dawî anîn û evro dê vedigerin Rojavayê Kurdistanê,
Seredana Desteya Serokatiya ENKSyê ji bo Hewlêrê di demekê de ye, di dema bûrî de ENKS û PYDê li Qamişlo bi navberiya Nûnerê Amerîka William Roebuck û her wiha bi navberiya fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdê hijmarek hevdîtin û danûstandin ji bo yekrêziya navmala Kurdî girê encam dabûn.