3 endamên hêzên sînûrîyên Îran hatin kuştin
Supayê Pasdarên Îranê kuştina sê parêzvanên sînûran li Serdeştê ragehand.
K24- Hewlêr
Supayê Pasdarên Îranê kuştina sê parêzvanên sînûran li Serdeştê ragehand.
Ajansa Tesnîm ya ser bi Supayê Pasdaran belavkirîye, şeva bûrî ji encama şer û pevçûnên hêzên parêzvanên sînûrên Îranê û girûpeka çekdaran, sê parêzvanên sînûran hatin kuştin.
Balkişandîye ser wê yekê jî, ku cihê wî şerî, navçeyên sînûrî yên bajarê Serdeştê bûye li parêzgeha Ormîyê li rojhelatê Kurdistanê.