Mezlûm Ebdî: Gava yekemîn a bo yekrêziya Kurdî bi serkeftî bidawî bû
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî di derbarê hewldanên yekrêziya navmala Kurd li Rojavayê Kurdistanê radigihîne: “Gava yekemîn ji pêvajoya dîyaloga Kurdî- Kurdî bi serkeftî bû, em derbasî asta duyemîn bûn.”
K24 – Navenda Nûçeyan
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî di derbarê hewldanên yekrêziya navmala Kurd li Rojavayê Kurdistanê radigihîne: “Gava yekemîn ji pêvajoya dîyaloga Kurdî- Kurdî bi serkeftî bû, em derbasî asta duyemîn bûn.”
Fermanderê Giştî yê HSDê Mezlûm Kobanî li hejmara xwe ya tora civakî “Twitterê,” derbarê hevdîtin û danûstandinên aliyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê ji bo yekrêziya helwesta Kurdî daxuyanî da.
Mezlûm Ebdî nivîsî: “Gava yekemîn ji pêvajoya dîyaloga Kurdî- Kurdî bi serkeftî bû, em derbasî asta duyemîn bûn.”
Herwiha got: “Hêviya me ji herdu aliyên siyasî ku berjewendî, paşeroj û bendewariyên gel esas bigrin. Emê bi hevre û yekgirtî bi serkevin û dîrokê binivîsînin.”
Ev daxuyaniya fermandarê Giştî yê HSDê di demekê de ye, bi armanca nêzîkirina aliyên siyasî û avakirina yekrêziya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê di nava hevdîtin û guftûgoyan de ne.
Her di derbarê yekrêzî û yekhelwestiya navmala Kurdî, pêr Endamê Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) Mihemed Îsmaîl ji k24ê ragihand, ENKS û PYDê gavên baş bo gihîştina bi rêkeftinekê avêtine.
Mihemed Îsmaîl tekez kir jî, ENKS û PYDê hin gavên baş di warê siyasî de avêtine û zemîneke baş peyda bûye ji bo ew bigihin encamine baş.
S. B