20 rêxistinên mafên mirovan banga parastina Efrînê dikin

20 rêxistinên yasayî û mafên mirovan bangeke bilez li Netewên Yekgirtî dikin, sînorekê ji tawan û binpêkirinên li Efrînê dibin re deynin.

K24 – Navenda Nûçeyan

20 rêxistinên yasayî û mafên mirovan bangeke bilez li Netewên Yekgirtî dikin, sînorekê ji tawan û binpêkirinên li Efrînê dibin re deynin.

20 rêxistinên, komele û navendên yasayî, sivîl û mafên mirovan derbarê tawan û binkirinên li Efrînê ji aliyê grûpên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyê ve tên kirin, bangewaziyekeke bilez arasteyî Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî Antonio Guterres, Komîsera Mafên Mirovan Michelle Bachelet û Serokê Komîta Lêkolîna ya Taybet bi Sûriyê Paulo Pinero kir.

Di bangewaziya wan rêxistinan de hat, binpêkirin û tawanên li Efrînê yên ji aliyê grûpên çekdar ve tên kirin, gihîştine asteke gelekî metirsîdar, ku bi armanca koçkirina Kurdên Efrînê, bicihkirina plana guhartina demografî û pişaftina nasnameya Kurdî, tawanên gelekî xirab li dijî sivîlên Efrînê dikin.

Amaje bi şerê ku roja 28 Gulanê li nava Efrînê di navbera grûpên çekdar de bûye kir û gotin, tawanên grûpên çekdar ên kuştina kesên bi temen û desteserkirina keç û jinên Efrînê û bi taybet desteserkirina hejmarek ji keçan di girtîgehên grûpa El Hemzat de, li dijî hemû yasayên navdewletî û nirx û nerîtên civakê ne.

Ji ber wan sedeman, wan 20 rêxistinan daxwaz kirin, komîteke lêkolînê taybet bi tawan û binpêkirinên li Efrînê û navçeyên din ên di bin dagîrkeriya Tirkiyê de ne bê avakirin, ta wan tawan û binpêkirinan belge bikin û ji bo aliyên navdewletî yên pêwendîdar bên hildan, ta lêpirsîn bi tawanbaran re bikin û wan siza bidin.

Wan rêxistinan daxwaz kirin, fişar li Tirkiyê bê kirin, ta bi erkê xwe wek dewleteke dagîrker rabe û sivîlan biparêze. Herwiha daxwaz kirin jî, Tirkiye hebûna xwe ya serbazî ya ne rewa li navçeyên Sûriyê bidawî bîne û ew ligel çeteyên xwe jê derkevin û ew navçe bikevin bi parastineke navdewletî, heta çareseriyeke siyasî ya giştgîr ji krîza Sûriyê re tê danîn.

 

S. B