Tenduristiya Hewlêrê: Tirsa me ji zêdebûna belavbûna Koronayê heye

Rêvebirê Tenduristiya Hewlêrê radigihîne, du sedemên sereke yên zêdebûna belavbûna vîrusa Korona hene û tirsa wan ji zêdebûna hejmara pêketinan heye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêvebirê Tenduristiya Hewlêrê radigihîne, du sedemên sereke yên zêdebûna belavbûna vîrusa Korona hene û tirsa wan ji zêdebûna hejmara pêketinan heye.

Rêvebirê Tenduristiya Hewlêrê Dr. Dilovan Mihemed ragihand, du sedemên sereke yên zêdebûna belavbûna vîrusa Korona hene, sedemek asankariya rênimayên tenduristiyê ye, ku piraniya cihên giştî hatine vekirin û xelk pabendî rênimayan nabe.

Got jî: Sedema din jî, çûnûhatin di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê ye, her çend e rê hatine girtin jî, lê rê ji bo kesên ku pêwîstiya wan bi çûnûhatinê heye, tê dayîn.

Aşkere kir jî, heta niha 10 kesên ku ji Bexdayê vegeriyane Hewlêrê, wek hilgirê vîrusa Koronayê hatine destnîşankirin.

Derbarê rewşa bajarokê Enkawayê de, Rêvevbirê Tenduristiya Hewlêrê got: Piştî ku encamên nêzîkî 400 kesan nîgatîv bûn, biryara daxistina taxên wî bajarokî hat hilweşandin.

Amaje bi wê jî da, ji ber debara jiyana xelkê, niha ew naxwazin qedexeya çûnûhatinê pêşniyaz bikin, ji ber wê divê welatî xwe biparêzin û rênimayên tenduristiyê bicih bikin.

Dr. Dilovan Mihemed got jî, tirsa wan heye, hejmara pêketina bi vîrusa Koronayê li Hewlêrê zêde bibe û bilez bilav bibe.

Heta niha hejmara kesên li Herêma Kurdistanê bi vîrusa Koronayê ketine gihîştiye 575 kesan, ji 5 kesan canê xwe jidest dane û 409 kes nexweş jî baş bûne.

 

S. B