Rêveberiya Xweser nirxê kirîna genim bilind kir
Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser pêdaçûn bi nirxê kirîna genimê îsal ji cotkaran dike û nirxê kirîna genim zêde dike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser pêdaçûn bi nirxê kirîna genimê îsal ji cotkaran dike û nirxê kirîna genim zêde dike.
Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê Selman Barûdo ji K24ê re ragihand, ji ber daketina nirxê Lîreya Sûrî li hember Dolar, wan nirxê kirîna genim serast kirine. Herwiha dê Desteya Aborî û Çandiniyê jî rasterast ceh ji cotkaran bikire.
Pêştir Desteya Aborî û Çandiniyê nirxê kirîna yek kîlo genim ji cotkaran bi 225 Lîreyên Sûrî destnîşan kiribû. Selman Barûdo aşkere kir, wan nirxê kirîna yek kîlo bilind kir û niha ewê yek kîlo genim bi 315 Lîreyan bikirin.
Herwiha diyar kir, wan pêştir nirxê kirîna yek kîlo ceh bi 150 Lîre diyar kiribû, ku bi riya bazirganan re bê firotan. Lê ji ber ku bazirgan pabendî wê nirxê nebin, wan biryar da, Desteya Aborî û Çandiniyê hemû berhemên cotkaran bi heman nirxê, 150 Lîreyê bikirin.
S. B