Li Amêdiyê 2 welatî di êrîşên Tirkiyê de şehîd bûn
Firokeyên Tirkiyê hejmarek welatiyên sivîl li qezaya Amêdiyê armanc kirin û di encamê de 2 kes şehîd bûn û kesek jî birîndar bû.
K24 – Navenda Nûçeyan
Firokeyên Tirkiyê hejmarek welatiyên sivîl li qezaya Amêdiyê armanc kirin û di encamê de 2 kes şehîd bûn û kesek jî birîndar bû.
Peyamnêrê K24 li deverê diyar kir, vê sibê demjimêr 10:00 hejmarek kes dema li devera di navbera Şêladiz û Dêrelûkê derketibûn geştiyariyê, ji aliyê firokeyên Tirkiyê ve hatin armanckirin û di encamê de 2 kes şehîd bûn.
Diyar kir, kesên hatine şehîdkirin, kesekî 60 salî û kurê wî yê 32 salî ne. Herwiha kesekî din jî bi sivikî birîndar bûye.
Peyamnêrê me amaje bi wê da, ji dema çend salan ve ye, firokeyên Tirkiyê bi bihaneya hebûna gerîlayên PKKê, navçeyên qezaya Amêdiyê û navçeyên sînorî bombebaran dike û welatiyên sivîl dibin qurbanî.
Diyar kir jî, bi herdu şehîdên îro, tenê di 4 salên dawiyê de 23 kesên sivîl li qezaya Amêdiyê di êrîşên Tirkiyê de şehîd bûne.
Ev yek di demekê de welatiyên qezaya Amêdiyê çendîn car in daxwaz ji gerîlayên PKKê dikin, ji navçeyan wan derkevin, ku heta niha ji encama bombebarankirina firokeyên Tirkiyê û şer û pevçûnan de, zêdetir ji 300 gundên wê qezayê vala bûne.
S. B