Li Îranê 57 kesan bi Koronayê canê xwe jidest dan

Li Îranê hejmara kesên bi vîrusa Koronayê canê xwe jidest didin zêde dibin. Di 24 demjimêrên bûrî de jî 57 kesan canê xwe jidest dan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Îranê hejmara kesên bi vîrusa Koronayê canê xwe jidest didin zêde dibin. Di 24 demjimêrên bûrî de jî 57 kesan canê xwe jidest dan.

Peyvdarê wezareta tenduristiya Îranê Kiyanûş Cehanpûr ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de 2 hezar û 282 kes li Îranê bi vîrusa Koronayê ketine û 57 kesan canê xwe jidest dane.

Bi vî awayî, hejmara kesên bi Koronayê ketine li Îranê gihîştiye 148 hezar û 950 kesan û kesên canê xwe jidest dane jî gihîştiye  7 hezar û 734 kesan

Bi gotina wî berpirsê Îranî, heta niha 116 hezar û 827 nexweş baş bûne û rewşa 2 hezar û 533 nexweşan jî ne cîgir e.

 

S. B