Bexda tê kerentîkirin

Komîta Bilind a Tenduristî û Selematiya Niştimanî ya Iraqê, qedexeya çûnûhatinê guftûgo dike û pêşniyaz dike ji bo 14 rojan Bexda bê kerentîkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Komîta Bilind a Tenduristî û Selematiya Niştimanî ya Iraqê, qedexeya çûnûhatinê guftûgo dike û pêşniyaz dike ji bo 14 rojan Bexda bê kerentîkirin.

Wezîrê Tenduristiyê yê Iraqê Hesen Temîmî ragihand, Komîta Bilind a Tenduristî û Selematiya Niştimanî îro dicive û rêkarên taybet bi rûbirûbûna vîrusa Koronayê guftûgo dike.

Aşkere kir jî, komîte dirêjkirina qedexeya çûnûhatinê ya giştî dike, ji ber ku hîna Iraq di qonekeke metirsîdar de ye.

Wezîrê Tenduristiyê ragihand jî, Sedema pêketinên zêde ew e, welatî pabendî bi rênimayên tenduristiyê nabin.

Ji aliyekî din ve, Biryarderê Şaneya Qeyranan a Parlemana Iraqê Cewad Mosewî daxwaz kir, qedexeya çûnûhatina temam bo 14 rojan bê ragihandin.

Peyamnêrê K24ê li Bexdayê jî da zanîn, hatiye pêşniyazkirin, Bexda ji bo 14 rojan bê kerentîkirin û biryar e îro Şaneya Qeyranan a Iraqê biryarê li ser wê bide.

Ev di demekê de ye, di çend rojên dawiyê hejmareke mezin a pêketina bi Koronayê hatiye tomarkirin. Heta niha jî li seranserî Iraqê 5 hezar 873 kes bi vîrusa Koronayê ketine û 185 kesan jî canê xwe jidest dane.

 

S. B