Li Hewlêrê 3 kesên din bi Koronayê ketin
Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê encamên nû yên pêketina bi vîrusa Koronayê belav kirin û ragihand, 3 pêketiyên nû hatin tomarkirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê encamên nû yên pêketina bi vîrusa Koronayê belav kirin û ragihand, 3 pêketiyên nû hatin tomarkirin.
Di daxuyaniyekê de, Wezareta tenduristiyê belav kir, di berdewamiya pişknîn û lêgerîna li gûmanlêkiriyan de, 3 pêketiyên nû bi vîrusa Koronayê li parêzgeha Hewlêrê hatin destnîşankirin.
Wezaretê diyar kir, her sê pêketiyên nû peya ne temenê wan 23, 22 û 21 salî ne û pêştir ji welatê Hingaryayê vegeriyabûn û di kerentînê de bûn.
Bi vî awayî, heta niha li Herêma Kurdistanê hejmara kesên bi vîrusa Koronayê ketine gihîştiye 547 kesan, jê 5 kesan canê xwe jidest dane û 407 nexweş jî baş bûne.
S. B