Zanyarî derbarê 400 milyar Dînarên Bexdayê
Ji koma 400 milyar dînar mûçeya fermanberan, Bexdayê tenê 388 milyar dînar ji herêma Kurdistanê re şandiye.
K24-Hewlêr
Ji koma 400 milyar dînar mûçeya fermanberan, Bexdayê tenê 388 milyar dînar ji herêma Kurdistanê re şandiye.
Derbarê gihîştina 400 milyar dînar ji Bexdayê, çavkaniyek agahdar ji Kurdistan24 re ragihand, ji wan 400 milyar dînar, ên ku biryarbû ji alî Wezareta Darayî ya Iraqê ve bigihin Hikûmeta herêma Kurdistanê, tenê 388 milyar dînar gihiştiye, Wezareta darayî ya herêma Kurdistanê.
Herweha wê çavkaniyê eşkere kir, her carê ji wan pereyên Bexdayê ji bo mûçeyê dişand, Banka Navendî ya Iraqê gujmê 12 milyar dînar ji wan pereyên Herêmê da ye bankên taybet ên herêmê, li cihê qerzên Kabîneya berê ya Hikûmeta herêmê, ku ji bankên taybet wergirtibû.
Çavkaniyê eşkere jî kir, ku ji bo mûçeyê beriya cejnê, Hikûmeta herêmê gujmê 138 milyon dolar ji hejmarek weberhênerên navxweyî bi qerz wergirtibû, ku pêwîst e Hikûmet di dema mehekê de bo wan vegerîne.
Herweha Hikûmeta herêmê, 150 milyon dolar jî, wekî pereyê firotina pêşwext, ji kompanyên petrolê wergirtibû, digel wê dahata liberdest jî, mûçe ya beriya cejnê da bû.