Li Silêmaniyê tûşbûyekê Koronayê canê xwe jidest da
Tûşbûyek Korona li Silêmaniyê canê xwe jidest da.
K24- Silêmanî
Tûşbûyek Korona li Silêmaniyê canê xwe jidest da.
Cêgirê Rêvebirê Tendirustiya Silêmanyê Hêriş Selîm ji bo Kurdistan 24 ragihand, tûşbûyek Korona, ku rewşa wî ya tendirustî xirab bû, canê xwe ji dest da ye, ku zelamek 37 salî ye.
Hevdem, Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de, ragihand, di berdewamiya pişkinîn û lêgerîna li gûmanlêkiriyan de, 3 pêketiyên nû bi vîrusa Koronayê li parêzgeha Hewlêrê hatin destnîşankirin.
Wezaretê diyar kir, her sê pêketiyên nû peya ne temenê wan 23, 22 û 21 salî ne û pêştir ji welatê Hingaryayê vegeriyabûn û di kerentînê de bûn.
Bi vî awayî, heta niha li Herêma Kurdistanê hejmara kesên bi vîrusa Koronayê ketine gihîştiye 547 kesan, jê 6 kesan canê xwe jidest dane û 407 nexweş jî baş bûne.