Iraqê girtina serkirdeyek DAIŞê li Bexdayê ragihand
Wezareta Navxweyî ya Iraqê, girtina serkirdeyek DAIŞê li Bexdayê ragihand.
K24-Hewlêr
Wezareta Navxweyî ya Iraqê, girtina serkirdeyek DAIŞê li Bexdayê ragihand.
Di ragihandinekê de, Wezareta Navxweyî ya Iraqê belavkiriye, ew serkirdeyê DAIŞê dema hewl dida, 2 bombeyan li başûrê Bexdayê biteqîne girtin e û eşkera kir, Hêzên Ewlehiyê ew 2 bombe li navçeya Se'îdat li başûrê Bexdayê jinavbirin e.
Di ragihandinê de amaje hatiye kirin, ku 3 brayên wî çekdarî li Mûsilê xwe teqandine û bavê wî jî, otombêleka bombekirî li navçeya Ereb Cibur li başûrê Bexdayê teqandiye .