Li Başûrê Îraqê xwepêşandan destpê kirin.

Xwepêşandanan li Besre û Wast destpê kirin.

K24- Hewlêr

Xwepêşandanan li Besre û Wast destpê kirin.

Bi sedan kes li parêzgeha Besre xwepêşandanek lidarxistin, daxwaza dest jikar vekşandin a Parêzgar kirin û wêneyên her 2 rojnamevanên terorkirî Ehmed Ebdulsemed  û Sefa Xalî bilind kirin.

Hevdem li parêzgeha Wast jî, tevî qedexeya hatinûçûnê xwepêşandan li dijî gendeliya berpirsan birêve çû.

Xwepêşander bi biryar in, 1ê Hezîranê  xwepêşandanek berfereh li Bexdayê û çend bajarên din ên Iraqê lidar bixin.