Li Başûrê Îraqê xwepêşandan destpê kirin.
Xwepêşandanan li Besre û Wast destpê kirin.
K24- Hewlêr
Xwepêşandanan li Besre û Wast destpê kirin.
Bi sedan kes li parêzgeha Besre xwepêşandanek lidarxistin, daxwaza dest jikar vekşandin a Parêzgar kirin û wêneyên her 2 rojnamevanên terorkirî Ehmed Ebdulsemed û Sefa Xalî bilind kirin.
Hevdem li parêzgeha Wast jî, tevî qedexeya hatinûçûnê xwepêşandan li dijî gendeliya berpirsan birêve çû.
Xwepêşander bi biryar in, 1ê Hezîranê xwepêşandanek berfereh li Bexdayê û çend bajarên din ên Iraqê lidar bixin.