Nêçîrvan Barzanî li gel fermandeyê hêzên operasyonên taybet ê hevpeymanan civîya
Nêçîrvan Barzanî tekezî liser giringiya hebûna Mêkanîzmeyek ji bo hevkarî û hemahengiya di navbeyna Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal a Îraqê de dike, ji bo rûbirûbûna terorîstên DAIŞê, bi taybet li navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya herêmê, ku liv tevgera wan zêde bûye. Herweha metirsiyek rasteqîn e, liser asayişa Îraqê û herêma Kurdistanê durist dikin.
K24-Hewlêr

Serokê herêma Kurdistanê ligel Fermandeyê Hêzên Operasyona Taybet ê Hêzên Hevpeymanan li Îraq û Sûriyê Mêcer General Êrîk Hêl civiya û dawîn pêşhatên belavbûna Vayrosa Korona û hewilûrêkarên rûbirûbûn a Korona, herwiha derencamên xerab di warê abûrî û tenduristî de û bandora wê liser tevgera Hêzên hevpeymanan li Îraq û Sûriyê gotûbêj kir. Diyaloga stratejî Amerîkî- Îraq, ku biryar e meha bê destpê bike û tê de nexşerêyek bo pêwendiyên niha û yên paşerojê yên Îraq û Amerîka têne gotûbêjkirin, tewerek din ê civînê bûn. Di vê derbarê de Serokê Herêma Kurdistanê tekezî liser giringiya amadebûn û beşdariya Herêma Kurdistanê li diyalog û danîna nexşerêyekê kir.
Di civînê de behsa xwerêkxistin û metirsiyên terorîstên DAIŞê li Îraq û Sûriyê hate kirin, ku bûn e gefek ciddî liser asayişa her du welatan.