Deriyê Sêmalka li ber vegera welatiyên rojava hat vekirin
Îro yekemîn karwanê sivîlan, ku li Herêma Kurdistanê asê mabȗn, derbasî Rojava dibin piştî nêzî 3 mehan.
K24- Sêmalka
Îro yekemîn karwanê sivîlan, ku li Herêma Kurdistanê asê mabȗn, derbasî Rojava dibin piştî nêzî 3 mehan.
Desteya Tenderustiyê têsta PCR ji hemu welatiyên, ku îro derbas bȗn re çêkir. Herwiha daxwaz ji wan kir, ku li malên xwe di kerintiyê de bimîn in.
Piştî nêzî 3 mehan ji girtina dergehê sînorî dinavbera Rojava ȗ Bşȗrê Kurdistanê de, yekemîn karwanê sivîlan derbasî Rojava dibe .
Nêzî 400 kesên ku jiber tedbîrên rȗbirȗbȗna belavbȗna vayrosa korona li Herêma Kurdistanê bi mehan asê mabȗn ,îro vedigerin Rojava .
Desteya Tenderustiyê di Rêveberiya Xweser de, 3 xalên pizîşî li sêmalka belav kiriye ȗ çi kesê ku derbasî aliyê Rojava dibe pileya germahiya laşê wî tê girtin ȗ têsta PCR jêre çêdikin .
Hemu kesên ku derbasî Rojavayê Kurdistanê dibin, divabe ku li mala xwe di kerintiyê de bimînin taku encama têsta PCR zelal bibe, kesê ku têsta wî positive bibe dê were veguhestin bo kertiyên taybet ku ji hêla desteya tenderustiyê ve hatine amadekirin .
Girtina dergehên sînorî dinavbera welatan de, bo sedema ku bi hezarên xelkên Rojava ku salane di meha adarê de serdana malbatên xwe dikin ,li başȗr ȗ rojava asê bimînin .
Derbarê vê yekê berpirsê dergeha sêmalka dide zanîn, kesên ku ji ewropayê hatine ȗ li Rojava asê mane , bryar wan li xwe nagire , lê dibe ku di demên bê de çareseriyek ji wan re were dîtin .
Di 14 adara 2020an de , dergeha sêmalka li pêş tevgera welatiyan hate girtin ȗ di encamê de bi hezaran xelk li Rojava ȗ başȗr asê man.
Piştî nêzî 3 mehan , bryar bi vekirina sêmalka li pêş vegera xelkên Rojava jibo malên wan hate ragihandin ,lê bi tênê 6 rojan dergeh dê vekirî bimîne ȗ pêşbîne ku ji 1500 ta 2000 kes li ser dirêjahiya vê demê de derbasî Rojava bibin .