Li Wanê 10 kesan bi Korona canê xwe ji dest dan

Li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê heya niha 500 kes bi Vayrosa Korona ketin e û 410 ji wan baş bûn e.

K24- Hewlêr

Li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê heya niha 500 kes bi Vayrosa Korona ketin e û 410 ji wan baş bûn e.

Ligor daxuyaniya parêzgariya Wanê, heya niha li bajêr 500 kes bi Vayrosa Korona ketin e. Herwiha li nexweşxaneyên Wanê 90 kes niha di bin çavdêriya bizîşkan de ne, 410 kes jî, baş bûn e û vegeriyane malên xwe.

Di daxuyaniya parêzgariyê de tê gotin, ku 10 kesan bi Vayrosa Korona canê xwe jidest dan e. Herwiha heya niha 64 hezar kes hatine karantînekirin û 17 hezar kes, ji karantînayê derketin e.