Carek din şer di navbeyna HSD û grûbên Opozisyona Sûriyê li Eyn Îsa derket

Piştî 10 rojên ji bêdengiya çekan carek din şer, di navbeyna HSD û grûbên Opozisyona Sûriyê li Eyn Îsa derket.

K24- Hewlêr

Piştî 10 rojên ji bêdengiya çekan  carek din şer, di navbeyna HSD û grûbên Opozisyona Sûriyê  li Eyn Îsa derket.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovî belav kiriye,  derengiya şeva borî  li eniyên Ên Îsa  şerek dijwar di navbeyna Hêzên Sûriya Demokrat û grûbên Opozisyona Sûriyê de yên ser bi Tirkiyê ve derket. Şer piştî topbarankirina navçeyên HSD ji aliyê  çekdarên Opozisyonê ve derket.

Rewangehê amaje kir, li bakurê Helebê jî, grûbên Opozisyona Sûriyê navçeyên di destê HSD de  bi tundî topbaran kirin e, bêyî aşkerakirna ziyanan.