Ragehandina evro ya Wezareta Tenduristîya: 104 kes li Herêma Kurdistanê tûşî Koronayê bûne

Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê ragehandina hejmare (97) a evro Pêncşembîyê, 31ê Gulan a 2020 belav kir û ragehand. Ev jî deqa wê ragehandinê ye.

K24- Hewlêr

Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê ragehandina hejmare (97) a evro Pêncşembîyê, 31ê Gulan a 2020 belav kir û ragehand. Ev jî deqa wê ragehandinê ye.

Deqa ragehandina Wezareta Tenduristîyê:

Ragehandina Wezareta Tenduristîyê

Hejmare 97

Derbarê nexweşîya Vayrosa Korona ya Nû (KOVID-19) li Herêma Kurdistanê, rêkar berdewam in bi vî awayî:

 

  • Kerentîn

Hejmara hevwelatîyên di Kerentînan de, (12,115) hevwelatî bûn. Niha tenê (801) hevwelatî, li (33) cihên cuda, di kerentînan de man e, (163) li Hewlêrê, (36) li Silêmanîyê û (602) li Duhokê. (11,314) hevwelatî ji kerentîneyê derketine û vegerîyane nav malbatên xwe piştî ku dema dû hefteyan di Kerentîneyê de derbaz kirin e. Hejamreka din li 24 demjimêrên burî hatine kerentînekirin ku tevaya hejamara wan (20) Hevwelatî ne.

 

  • Pişkinîn:

Di dema 24 demjimêrên burî de, (1,718) pişkinîn li ser asta Herêmê hatin encamadan. (939) li Hewlêrê, (474) li Silêmanîyê û (305) li Duhokê.

Di encam de, (104) haletên nû yên tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê li Herêma Kurdistanê hatin tomarkirin. (102) li parêzgeha, li parêzgeha Helebce (1) û Silêmanîyê li parêzgeha Duhok jî (2).

Hejmara giştî ya wan pişkinînên ku ji destpêka Vayrosa Koronayê hatine encamdan 76,478 pişkinîn bûne.

 

  • Amara giştî:

Hejmara tevaya tûşbûyan bi Vayrosa Koronaya Nû (KOVID-19 li Herêma Kurdistanê gehişte (730) kes in, di nav wan de, (7) haletên mirinê hene û (420) nexweş jî baş bûne û nexweşên mayî jî tenê (283) nexweş in û di bin çavdêrîya pizîşkî de ne.

Tevî destxweşîyê bo pizîşik, karmendên Tenduristîyê û tevaya tîmên pizîşkî yên di kar de ne, careka din tika dikîn, hevwelatî bi tî awayekî ji malên xwe nehên derve û pabend bin bi rênimayî yên tenduristîyê. Di dema pêwîst de jî, peywendîyê bi hêla germa hejamre (122) bikin.

 

Wezareta Tenduristîyê

Hikumeta Herêma Kurdistanê

31-5-2020