Qedexeya çûnûhatinê li tevahiya Herêma Kurdistanê hat ragihandin
Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê ji bo rêgirîkirina li belavbûna vîrusa Koronaya nû COVID-19, qedexeya çûnûhatinê dirêj kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê ji bo rêgirîkirina li belavbûna vîrusa Koronaya nû COVID-19, qedexeya çûnûhatinê dirêj kir.
Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de çûnûhatina di navbera parêzgehên Herêma Kurdistanê, herdu îdareyên serbixwe Raperîn û Germiyanê û hemû bajarokan de qedexe kir. Qedexe jî ji demjimêr 12:00 şeva 31 Gulanê heta roja 6ê Hezîranê demjimêr 12:00 şevê berdewam dike.
Herwiha qedexeya çûnûhatina bi otombîl û peyade bi tevahî di nava tevahiya parêzgehên Hewlêr, Silêmanî, Duhok, Helebce û îdareyên serbixwe Raperîn û Germiyan ji demjimêr 16:00 êvara 1ê Hezîranê û demjimêr 12:00 şeva 6ê Hezîranê hat ragihandin.
Dewama fermî li tevahiya dezgehên hikûmî di heyama qedexeyê de, hat ragirtin.
Li gor daxuyaniyê rê bi çûnûhatina otombîlên hêzên ewlehiyê, tîmên tenduristiyê û ambulans ku ewên di erkên xwe de ne. tê dayîn. Herwiha rê bi karmendên ragihandinê jî hatiye dayîn, bi merca ku piştgiriya îmzekirî ji dezgehên lê kar dikin bi wan re hebe.
Derkirina vê biryara qedexeya çûnûhatinê piştî wê yekê te, duhî 102 kes li parêzgeha Silêmaniyê bi vîrusa Koronayê ketibûn.
S. B