2 kesên din li parêzgeha Duhokê tûşî Koronayê bûn
Wezarata Tenduristîya hikumeta Herêma Kurdistanê encamên pişkinînên nû di ragahandinekê de belavkirîye û aşkera kirîye, ku 2 kesên din li Duhokê tûşî Vayrosa Koronayê bûne.
K24- Hewlêr
Wezarata Tenduristîya hikumeta Herêma Kurdistanê encamên pişkinînên nû di ragahandinekê de belavkirîye û aşkera kirîye, ku 2 kesên din li Duhokê tûşî Vayrosa Koronayê bûne.
Ev jî deqa ragehandina Wezareta Tenduristîyê ye:
Derencamên nû..
Li berdewamîya pişkinînan û gerîyanê li dûve gumanlêkirîyan û tûşbûyan, dû tûşbûyên din bi Vayrosa Korona ya nû COVID-19 li parêzgeha Duhok hatin destnîşankirin. Ku yek ji wan , zelamekê tmen 52 salîye û nîşanên nexweşî hebûn û pişkinîn bo hate kirin. Di encam de erênî deket. Dûyem jî, kiçeka temen 20 salîye û berkevtîya tûşbûyên berê ye û herdû jî rûniştvanên nav bajarê Duhokê ne.
Wezareta Tenduristîyê
1/6/2020